Êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê bê navber dewam dikin: 2 jin hatin kuştin

Li Başûrê Lubnanê di êrişa hewayî ya Îsraîlê de 2 jin hatin kuştin, 22 kes jî birîndar bûn. Li gel agirbestê jî artêşa Îsraîlê ragihand ku di nava 48 saetên dawî de li 150 hedefên Hîzbûllahê xistiye.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku sibeha Şemiyê artêşa Îsraîlê êrişa hewayî bir ser bajarokê Saksakiye yê bajarê Saydayê û di encamê de 2 jinan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di nava birîndaran de 3 zarok û jinek jî hene.

Her wiha li gorî daneyên Navenda Operasyona Lezgîn a Tenduristiya Cemaweriyê ya Lubnanê, ji 2'ê Adarê û vir ve di êrişên Îsraîlê de herî kêm 3 hezar û 593 kes mirin, 10 hezar û 990 kes jî birîndar bûn.

ÎSRAÎL: DI 48 SAETAN DE LI 150 HEDEFAN HATE XISTIN

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate ragihandin ku di nava 48 saetên dawî de li Başûrê Lubnanê li 150 nuqteyên Hîzbûllahê xistiye.

Serokkomarê Lubnanê Joseph Avn êrişên Îsraîlê şermezar kir û êriş weke "Êrişên Îsraîlê yên bênavber ên bêcezahiştî" pênase kir.

2 LEŞKERÊN ÎSRAÎLÊ MIRIN

Artêşa Îsraîlê her wiha diyar kir ku li Başûrê Lubnanê di şerê bi Hîzbûllahê re 2 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniyê Serpel Shahar Gamla yê 23 salî piştî ku bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku Çawiş Ohad Yaari yê 21 salî jî rojek berê jiyana xwe ji dest da.

CENTOM: DU DRONE HATIN XISTIN

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) jî diyar kir ku du droneyên Îranê hatin xistin ku gef li trafîka deryayê ya navneteweyî ya li Tengava Hurmuzê dixwarin.